Pistî rêbiriya hêzên Amerîkî, hêzên Rûsî vekisiyan
PeyamaKurd – Piştî ku doh 3yê Hezîranê hêzên Amerîkî nehiştin hêzên Rûsî derbasî ji Qamişlo derbasî gundê Qesir Dîb ê bakurê Dêrikê bibin, hat zanîn ku îro hêz û berpirsên leşkerî yên Rûsî îro ji wî gundî vekişiyane.
Hêzên Rûsî dixwestin baregeheke leşkerî li wir ava bikin, lê belê doh hêzên Amerîkayê nehiştin derbas bibin.
Bi qasî 30 leşker û berpirsên Rûsî yên li gundê Qesir Dîbê mabûn jî îro ji dibistana ku tê de bicih bûbûn vekişiyan û vegeriyan navenda Qamişloyê.
Piştî neçarhiştina vegera hêzên Rûsî, hêzên Amerîkî jî dewriyeyên xwe yên li herêmên rojhilat ên neftê berdewam kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin