Silêmaniye | Ser di navbera hêzên asayîs û hêzeke bi navê Hêza Altûn de derket

10 February 2021 14:59 0 dîtin
Silêmaniye | Ser di navbera hêzên asayîs û hêzeke bi navê Hêza Altûn de derket

PeyamaKurd – Li gor zanyariyan, îro li rawestgeha Taslûce ya bajarê Silêmaniyê, şer di navbera hêzên asayîş û hêzeke bi navê Hêza Altûn de derket.

Çavkaniyên nefermî diyar dikin: ‘‘Piştî ku hêza Altûn (Hêzeke ser bi YNKê ve ye) li rawestgeha asayîşê rawesta, ji ber sedemeke nediyar, nîqaş û tengezarî di navbera wan her du hêzan de derket û pişt re şer derket û di encamê de 4 kes birîndar bûn ku hîn ne diyar e ew birîndar ser bi kîjan hêzê ve ne. Lê niha birîndar bo nexwaşxaneya beşa lezgîn a Silêmaniyê hatine veguhestin.

Li gor agahiyan, şer bi kêran hatiye kirin û di encamê de birîndarekî navê wî Şaxewan û 30 salî, can daye.