Li Îranê di navbera çalakvan û hêzên asayîsê de pevçûn: 1 kustî û 5 birîndar
PeyamaKurd – Li Îranê li bajarê Kerecê ku ji Tehranê 35 km dûre, di xwepêşandanên dewama Jîna Emînî de, di navbera hêzên asayîşê (Besic) û çalakvanan de qewimandin çêbûn û di encamê de kesekî hat kuştin û 5 polîs birîndar bûn.
Li bajarê Kerecê, di 40 rojiya wefata Hadisê Necefî yê 22 salî de, li ser gora wî ya goristana Sekîne ya li bajarê Kerecê, xelk civiya û sloganan li dijî rejîmê qêriyan. Çalakiya ji goristanê destpêkir, li kolanan belav bû û di navbera her dû terefan de arîşe derketin.
Li gor ajansa fermî ya Tasnimê; di bûyerên li Kerecê de 1 ji Besicê miriye û 5 polîs birîndar bûne ku ji wan rewşa 2 kesan xedare. Ji bo bûyerên li Kerecê bixin bin kontrolê, ji bajarên cîran hêzên destekê şandine Kerecê.
Kerecî yê 22 salî di xwepêşandanên Jîna Emînî de li bajarê Kerecê di xwepêşandanan de, bi 6 guleyên hêzên asayîşê hatibû kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin