Li Silêmaniyê di navbera polîs û hêzên asayîsê de pevçûn derket
PeyamaKurd - Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, îro 25ê Hezîranê roja Yekşemê di navbera hêzên polîs û asayîşa Silêmaniyê de pevçûn derket.
Li gorî zanyariyan di pevçûna çekdarî de, hejmarek kes birîndar bûne û hîn sedema wê aloziyê nehatiye eşkere kirin.
Çavkaniyên medyayî radigihînin ku pevçûna navbera herdu hêzên Silêmaniyê îro danê sibehê rû daye û 15 xulekan dewam kiriye.
Hat ragihandin ku bûyer li nêzîkî Otêla Ebu Sena qewimiye û hin kes birîndar bûne.
Hîn derbarê wê aloziyê de ji aliyê polîs û asayîşa Silêmaniyê ve daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin