Hêzên asayîsê li Silêmaniyê 12 karsazan xistin binçav

27 August 2022 21:07 0 dîtin
Hêzên asayîsê li Silêmaniyê 12 karsazan xistin binçav

PeyamaKurd – Hêzên Pêşmerge yên 70 yan îro li bazara dolarî ya Silêmaniyê 12 karsazên ku xwestin çekên bankayê hûr bikin, xistin binçav. Li gor ragihandina Basnewsê; her 12 karsaz bi sextekariyê tên sûcdarkirin û dibêjin ku çekên wan sexte ne. Li ser mijarê, parlementerê parlementoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih, di ser hesabê xwe yê Facebookê de weha nivîsand:

“100 mîlyar dînar çekê bankayê di parvekirina dahata Silêmaniyê ya ne rewa de hat bikaranîn. Hun nikarin mijarê piştguh bikin. Divê hun perê xelkê Silêmaniyê paşde dagerînin. Divê ti rêvebir an birayê wî ji van sûcan nereve.”