Hêzên asayîsê li 4 bajaran 20 kesî xistin binçav

13 August 2022 18:39 0 dîtin
Hêzên asayîsê li 4 bajaran 20 kesî xistin binçav

PeyamaKurd – Li bajarên Kurdistanê li Diyarbekir, Hakkarî, Wanê û li bajarê Anedolê li Adanayê hêzên asayîşê di operasyonan de 20 kesan xistin binçav.

Îro serê sibê, li bajarê Diyarbekirê li navça Peyasê û Farqînê avêtin ser gelek malan. Li Peyasê 2 kes, li Bismilê 4 kes û li Farqînê 3 kesan xistin binçav. Li gor ragihandina ajansa MA yê, ji hunermendên rêxistina çandê ya Dîcle Firatê Rêncber Agirî (Reşat İbek) jî xistine binçav û wî birine rêvebiriya asayîşa Diyarebekirê.

Li ser lêpirsîna serdozgeriya Adanayê, 9 kes hatin binçavkirin. Hevserokê HDP ê yê şaxa Colemêrgê yê navendê Hasan Özek jî do êvarê avêtin ser mala wî û xistin binçav. Biryara qedexeya xwegihandinê danîn ser dosya wî.

Li bajarê Wanê li Kolana Hunerê 4 endamên meclisa ciwanan ya HDP ê hatin binçavkirin.