Hêzên asayîsê û grûbekî çekdar lihev xistin: 4 kustî
PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li bajarê Matamorosê şeva borî di navbera hêzên asayîşê û grûbekî çekdar de şer derket û di encamê de 4 kes mirin û 2 polîs birîndar bûn. Li gor ragihandina şahidên bûyerê grûba ku ketiye şer ji Kartela Kendavê ne.
Polîsên ku li bajêr dewriye geriyane, bi grûbekî ku ji bo diziya kamyonekî çûne deverê mudaxele kirine û di bûyerê de 2 polîs birîndar bûne û grûba polîsan birîndar kiriye, reviyaye.
Paşî artêş û parêzvanên netewî operasyon kirine ser grûbê û di kolanên Matamorosê de lihev xistine û şer bi sietan dewam kiriye. Ji grûba çekdar 4 kes mirine û 4 kes jî hatine girtin.
Di operasyonê de kamyonetekî, 9 çekên lûledirêj û gelek muhîmmat ketine destê hêzên asayîşê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin