Li Baxdayê xwepêsandêr û hêzên asayîsê lihev xistin

18 January 2020 00:16 0 dîtin
Li Baxdayê xwepêsandêr û hêzên asayîsê lihev xistin

PeyamaKurd- Li Bexdayê li ser pira Sînekê du bombeyên deng teqiyan û di navbera xwepêşandêr û hêzên asayîşê de pevçûn destpêkir. Pira Sînekê ew e ku di ser de diçin nav Xeta Kesk ya ku rêvebirên dewletê û mîsyonerên biyanî lê ne. Li gor ajansên navxweyî yên Iraqê di xwepêşandanan de 2 xwepêşandêr jiyana xwe ji dest dane lê berdevkê serokwezîrê Iraqê yê leşkerî tûxgeneral Abdulkerîm Xelefî dibêje ku ti kes nemiriye û tenê xwepêşandêr xwestine derbasî nav xetê bibin û hêzên asayîşê bê ku zerarê bide wan, nehiştine derbas bibin.

Piştî kuştina Qasim Silêmanî xwepêşandêr rawestiyabûn lê ji joja îna borî de car din destpêkirine.