Hêzên Sadr û asayîsê mudaxeleyê xwepêsandêran kirin: 10 birîndar

07 February 2020 00:15 0 dîtin
Hêzên Sadr û asayîsê mudaxeleyê xwepêsandêran kirin: 10 birîndar

PeyamaKurd-Xwepêşandêr li Iraqê li bajarê Kerbelayê xwepêşandan kirin û hêzên asayîşa Iraqê û hêzên Muqteda El Sadr mudaxeleyê xwepêşandêran kirin. Di encamê de 10 kes birîndar bûn. Li Kerbelayê jî her wekî li Necefê grûba “kumşîn” mudaxeleyê xwepêşandêran kir. Ev grûb bi ser Rewtê Sadr ve ye û weka asayîşa tevgera Sadr tevdigere.

Di xwepêşandanê de “kumşîn” û hêzên asayîşa dewleta Iraqê li hemberê xwepêşandêran sîlihan jî bikaranîn.