Rojava  | Hêzên Amerîkî nehistin hêzên Rûsî derbas bibin

03 June 2020 20:37 0 dîtin
Rojava  | Hêzên Amerîkî nehistin hêzên Rûsî derbas bibin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê rêgirtin û astengkirina hêzên Amerîka û Rûsî berdewam dike.

Çavkaniyên herêmê ragihandine ku herî dawî îro 3yê Hezîranê hêzên Amerîkayê li bajarê Dêrikê yê girêdayî parêzgeha Qamişlo, rê li ber hêzên Rûsî girtin û nehiştin di riya dixwazin de biçin.

Hêzên Rûsyayê ev demek e dixwazin li gundê Qesir Dîb ê bakurê Dêrikê baregeheke leşkerî ava bikin ku li wê herêmê bi hêzên Tirkiyê re jî dewriyeyên hevbeş pêk tînin.

Lê belê şêniyên herêmê rêgiriyê li wan dikin û nahêlin hêzên Rûsî li gund xwe bicih bikin,

Hêzên Amerîkayê ku li herêmên jêr kontrola HSDê de dimînin, dibêjin deverên neftê wê di bin parastina hêzên Amerîkayê de bin û nabe Rûsya derbasî wan herêman bibe.

Hêjayî gotinê ye, ji dema êrîşa Tirkiyê ya ser Serê Kaniyê û Girê Spî ve, hêzên Rûsî jî hewil didin, xwe bigihînin herêmên neft û gazê û li wan deran baregehên xwe ava bikin.