Ji Wezîra Alman peyamên Kurdî li ser jenosîd naskirina Komkujiya Êzidiyan...
PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, piştî ku îro 19ê Çileyê li Parlamentoya Almanyayê Komkujiya Êzidiyan bi fermî wekî jenosîd hat naskirin, bi rêya hesabê xwe yê Twitterê bi Kurdî peyama bo piştgiriya Kurdên Êzidî belav kir.
Annalena Baerbock di peyama xwe de dibêje: “Bundestag biryar da ku navê sûcên DIŞIê yên li dijî Êzidiyan bike: jenosîd. Welatê me niha mezintirîn dîaspora Êzîdî ya cîhanê ye. Dengdana îro deyndarê rola wan a bê westan e.”
Baerbock diyar dike: “Berî sê sala min jinên Êzîdî li bakurê Iraqê nas kirin: Ew hatibûn revandin, bûbûn kole û qurbaniyê destdirêjkirinê. Ev êşa wan min ti carî bernade. Bundestag biryar da ku navê sûcên DIŞIê yên li dijî Êzidiyan bike: jenosîd.”
Berî sê sala min jinên Êzîdî li bakurê Iraqê nas kirin: Ew hatbûn revandin, bûbûn kole, û qurbaniyê destdrêj kirinê. Ev êşa wan min ticari bernade. Bundestag biryar da ku navê sûcên DIŞIê yên li dijî Êzidiyan bike: #jenosîd. 1/3
— Außenministerin Annalena Baerbock (@ABaerbock) January 19, 2023
Di dewamê de Wezîra Derve ya Almanyayê dide zanîn: “Em dizanin ku ti biryareke parlemantoya di vê cîhanê de nikare êşên wan ji holê rake. Lê ez ji kûr ve bawer im ku ev biryar cûdahiyekê çêdike: belê ev gavek girîng e ber bi qebûlkirina êşan, herwisa çespandina edaletê ji bo rizgarbûyan.”
Bi biryara Parlamentoya Almanya ya jenosîd nasandina Komkujiya Êzidiyan re hejmara welatên ku bi fermî komkujiya Êzidiyan nas kirine gihîşt 13 welatan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin