3yê Tebaxê weke ‘Roja Komkujiya Kurdên Êzidî' hat ragihandin

03 August 2019 13:37 0 dîtin
3yê Tebaxê weke ‘Roja Komkujiya Kurdên Êzidî' hat ragihandin

PeyamaKurd – Palamentoya Kurdistanê îro biryar da ku roja 3yê Tebaxê weke Roja Jenosîdkirina (komkujiya) Kurdên Êzdî li Şingalê bê qebûl kirin û hersal bê yad kirin.

BIRYAR BI DENGÊ 87 PARLAMENTERAN HAT WERGIRTIN

Di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de, Parlamentoya Kurditsanê îro biryareke dîrokî da. Parlamentoyê di civîna xwe ya îro Şemiyê de, bi dengê 87 parlamenteran, roja 3ê Tebaxê Weke Roja Komkujiya Kurdên Êzidî nas kir.

SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ NÊÇÎRVAN BARZANÎ BANG LI NYyê KIRIBÛ KU KOMKUJIYÊ WEKE JENOSÎD NAS BIEK

Her îro Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî di peyamekê de daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir, ku “komkujiya Kurdên Êzidî weke cenosayd nas bike.” Nêçîrvan Barzanî herwiha di peyama xwe de gotiye: “Em ranawestin heta ku em terorê ji nav dibin û qurbaniyên revandî vedigerînin.”

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.

Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn, ku heta niha jî piraniya wan nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.