Parlamento 3yê Tebaxê ‘Roja Komkujiya Êzidiyan’ radigihîne

01 August 2019 19:19 0 dîtin
Parlamento 3yê Tebaxê ‘Roja Komkujiya Êzidiyan’ radigihîne

PeyamaKurd – Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro bi mebesta gotûbêjkirina projeyasaya bo 3yê Tebaxê bi fermî bibe ‘Roja Komkujiya Êzidiyan’civiya.

Di rûniştina Parlamentoya Kurdistanê ya îro Pêncşemê de, vexwîndina duyem ji bo pênasekirina 3yê Tebaxê wekî ‘Roja Komkujiya Êzidiyan’ hat kirin û li ser projeyasayê nêrîna parlamentarên Kurdistanê hat standin.

Piştî rûniştina îro biryar e roja Şemiyê ango roja 3yê Tebaxê ku 3yê Tebaxa sala 2014an DAIŞê Şingal dagir kiribû û komkujî li Kurdên êzidî kiribû li Parlamentoya Kurdistanê wekî ‘Roja Komkujiya Êzidiyan’ were ragihandin.

Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî hemû amarên jenosîdê eşkere kirin...