Ji PDKê gaveke girîng: Mafê sehîdbûnê tê dayîn û 3yê Tebaxê bi fermî dibe ‘Roja Karesata Êzidiyan’

16 May 2019 14:20 0 dîtin
Ji PDKê gaveke girîng: Mafê sehîdbûnê tê dayîn û 3yê Tebaxê bi fermî dibe ‘Roja Karesata Êzidiyan’

PeyamaKurd - Koma Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê pêşniyara projeyasaya wekî şehîd qebûlkirina qûrbaniyên hemû êzidiyan qerebûkirina kesûkarên wan pêşkeşî parlamenê kir.

Parlamentera PDKê Lîza Felakedîn ji BasNewsê re ragihandiye, berê hin biryar derbarê qerebûkirina kesûkarên şehîdên kurdên êzdî ku hatine bêserşûn kirin de hebûn, lê bi projeyasaya PDKê bi fermî karesata êzidiyan û qerebûkirina wan wekî şehîd tê selimandin.

Lîza Felakedîn wiha got: “Hemû ew êzdiyên di şerê dijî DAIŞê de şehîd bûne, dê wek şehîd bên hejmartin û kesûkarên wan jî heman maf û îmtiyazên kesûkarên şehîdan dê li ber wan bikeve.”

3 TEBAX DIBE ROJA KARESATA ÊZIDIYAN Û BÊHNVEDANA FERMÎ

Di dema çarem a parlamentoya Kurdistanê de bi armanca qerebû kirina kesûkarên şehîdên kurdên êzdî biryar hatibû derxistin, lê ew tenê biryar bû, lewra eger ev pêşneyara fraksiyona PDKê bê pejirandin dê naveroka wê bibe yasa û hikûmeta herêma Kurdistanê jî dê pêbendî bicîhanîna wê yasayê be.

Li gor pêşniyara PDKê roja 3yê Tebaxê ku sala 2014an DAIŞê êrîşî Şingalê kiribû, hemû salan wekî roja ‘’Karesata Êzdiyan’’ dê bibe bêhnvedana fermî.