UNAMI: Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, gaveke girîng e
PeyamaKurd- Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI) pêşwazî li rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê kir û ragihand ku ew rêkeftin, gaveke girîng e.
Di derbarê mijarê de li ser hesabê medyaya civakî ya UNAMIyê de ev daxuyanî hat dayîn:
"Em pêşwazî li rêkeftina Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê dikin.
Em pêşwazî li rêkeftina Bexda û Hewlêrê dikin ku hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê dike. Ev, gaveke girîng e ku rê li ber rêkeftinekê li ser yasaya neft û gazê vedike, yekrêziya niştimanî bihêz dike û perspektîfên aborî yên Iraqê ji bo xizmetkirina hemû Iraqiyan zêde dike. Em vê rêkeftinê, bi kêfxweşî pêşwazî dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin