Bexda | Berî rûnistina parlamenê ya budçeyê bi besdariya PDKê civîneke girîng birêve çû

07 June 2023 19:43 0 dîtin
Bexda | Berî rûnistina parlamenê ya budçeyê bi besdariya PDKê civîneke girîng birêve çû

PeyamaKurd – Beriya ku sibe 8ê Hezîranê Parlamentoya Iraqê bi mijara dengdana budçeya giştî bicive, ji bo rewşa dawî û çareserkirina pirsa budçeya Kurdistanê civîneke girîng hat kirin.

Hat ragihandin ku îro Çarşemê Hevpeymaniya Îdareya Dewletê, li mala Hadî Amrî ya li Bexdayê civiya ku Dr. Fuad Husên, Dr. Şaxewan Ebdula û Bengîn Rêkanî jî wek nûnerên PDKê di civînê de beşdarî kirin.

Ev civîn beriya civîna Parlamentoya Iraqê ya derbarê pejirandina projeyasaya budçeya Iraqê ya 2023yan hat kirin.

Hêjayî gotinê ye, berî civînê aliyên siyasî yên di hikûmeta Iraqê de, dixwazin li ser rêkeftina ku bûye bingeha pêkanîna hikûmeta Iraqê, rêkeftineke nû li ser projeyasaya budçeyê zêde bikin.

Herwiha pirsa budçeya Kurdistanê û mûçeyan jî mijareke girîng a budçeya 2023yan e ku aliyê Kurdistanê bi taybet fraksiyona PDKê ragihandiye ku ew di mafên gelê Kurd de tawîzan nadin.