Dadgeha Alman di doza jenosîda Kurdên Êzidî de biryar da
PeyamaKurd – Dadgeha Federalî ya Almanyayê di doza welatiyên iraqî Taha el Cumalî de ku bi komkujkirina êzidiyan dihat tawanbarkirin biryara cezayê muebetê da.
Li gorî nûçeya Euronewsê, Taha el Cumalî bi tawana jenosîdkirina Êzidiyan hat cezakirin ku ev cara yekem e dadgehek kiryarên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî wekî jenosîd dixe bin biryarê.
Dozgerên Alman çekdarê berê yê DAIŞê Taha el C. bi kolekirina dayikekê û bi îşkenceyê kuştina zaroka wê ya 5 salî dadgeh dikir.
Berpirsa Saziya Yazda Natia Navrouzov li ser vê biryarê kêfxweşiya xwe aniye ziman û gotiye, biryara Dadgeha Frankfurtê wê bibe mînak ji bo komkujiya li dijî Êzidiyan hatiye kirin ku ew 7 sal in li benda wê biryarê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin