AP: Belgeyên nû yên jenosîda Kurdên Êzidî ketin destê Neteweyên Yekbûyî
PeyamaKurd – Ajansa Associated Press (AP) di raporteke xwe de ragihand ku Neteweyên Yekbûyî (NY) di encama lêkolînan de belgeyên nû yên jenosîda ser Êzidiyan a ji aliyê rêxistina terorîst DAIŞê ve bi dest xistine.
Li gorî raporta APyê tîmeke lêkolînê ya NY di demên borî de bi şopandina zêdetirî 2 milyon pêwendiyên telefonî û tomarên vîdyoyan ku çekdarên DAIŞê girtine, belgeyên nû yên yekalîker di derbarê tawanên DAIŞê yên li dijî mirovahiyê li Iraqê, bidest xistine.
Komîteya lêkolînê ya navdewletî lêkolînên xwe yên ji bo lêgerîna li belgeyên nû yên tawanên DAIŞê li Iraqê, bilez kirine daku wan belgeyan pêşkêşî dadgehê bike.
Serokê Tîma Lêkolîneran Kerîm Esed Ehmedxan daye xuyakirin ku wan bi hevkariya desthilatên Iraqî kariye datayên cuda yên pêwendiyên telefonî yên çekdarên DAIŞê û nasnameyên wan bidest bixin.
Berî niha berpirsê raspardeyên navdewletî li Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihandibû, ku tîmeke dadwerî ya Iraqî û navdewletî bo serperiştiya lêkolîn û dadgehkirina çekdarên DAIŞê bikin, wê di nav sala 2021an de were Herêma Kurdistanê.
DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrîşî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kiribû, tevî kuştina bi sedan Kurdên Êzîdî bi hezaran keç, jin û zarokên Êzîdî revandibû û bi deh hezaran kes jî koçber û penaber bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin