Çînê, banga gavên bazirganiyê li Amerîkayê kir
PeyamaKurd- Wezareta Darayî ya Çînê bang li Washingtonê kir ku ji bo têkiliyên bazirganî yên saxlem, hawireke guncav biafirîne.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Darayî ya Çînê ve hat dayîn de ji Amerîkayê hat xwestin ku ji bo avakirina hawireke guncav, ji bo têkiliyên aborî û bazirganiyê yên di navbera herdu welatan de gavên "berbiçav" bihavêje.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku esasê têkiliyên bazirganiyê yên Amerîka û Çînê, berjewendiya hev û din e û li hember şerên bazirganiyê hişyarî hat dayîn.
Wezîra Xezîneyê ya Amerîkayê Janet Yellen ku duh çûbû Çînê, di nivîsa xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî destnîşan kir ku ew bi Çînê re li "pêşbirka aborî ya saxlem" digerin.
Têkiliyên di navbera Amerîka û Çînê de di van salên dawî de ji ber pirsgirêkên wekî Taywan, bazirganiya çîp û qeyrana balonên sîxuriyê aloz in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin