Cemîl Bayik: Serketina banga Ocalan girêdayî gavên bên avêtin e
PeyamaKurd – Yek ji serkirdeyên PKKê Cemîl Bayik, ragihand ku serketina banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê ya çekdanîn û xwefesihkirinê girêdayî gavên ku Tirkiye biavêje ye.
Cemîl Bayik, ji ajansa nêzî PKKê ANFê re da xuyakirin, serketina banga ku Ocalan kiriye girêdayî gavên dewleta Tirk e û got: "Eger Tirkiye dixwaze pêvajo pêş bikeve, divê mercên xebata Rêber Apo baştir bike. Divê ew azad bixebite. Divê pergala Îmraliyê bê rakirin. Wê demê ye ku pêdiviyên vê bangê têne cih."
Cemîl Bayik bal kişand ser fikarên hin beşên gelê Kurd û dostên wan ên derbarê pêvajoyê de û got: "Niha dibe ku hin kes rastiya Rêber Apo bi temamî fêm nakin, ji ber vê yekê dibe ku fikaran dikin, ev normal e. Lê ez difikirim ku ev fikar dê hêdî hêdî derbas bibin. Ji ber ku di dîroka me de gelek caran ev fikar derketin holê, gel berê jî ket fikaran lê paşê dît ku bi rastî jî ev fikar bêhûde bûn. Ji ber ku her carê Rêber Apo têkoşîn bir pêştir û mezintir kir. Ji ber vê yekê, gelê me, dostên me baweriyeke mezin bi Rêber Apo re heye. Eger Rêber Apo hin gavan diavêje, ew difikirin ku tiştek heye ku ew dizane. Û heta niha jî şaş neketine. Ji vî aliyî ve Rêber Apo manîfestoya sedsala 21'an li ser van bingehên sereke daniye û li pêşiya her kesî daniye. Tevgera me jî li ser van disekine, hewl dide ku encamên pêwîst ji wan derxe û li ser vê bingehê têkoşînê pêş bixe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin