Cemîl Bayik: Nameya Ocalan gihist me
PeyamaKurd - Cemîl Bayik, yek ji serkirdeyên payebilind ên PKKê ragihand ku wan nameyek ji Ocalan wergirtine.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di daxuyaniya xwe ya di bernameya Stêrk TVyê de ragihand ku wan nameyek ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan wergirtine.
Bayik da zanîn ku Ocalan ji bo çareseriyê hewl dide û got, "Serok Apo dixwaze vê pêngavê hîn xurtir bike. Ji bo pirsgirêka Kurd ji qada şer derbikeve û bikeve qada demokratîkbûnê, hewl dide."
Bayik anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê dewam dike, têkildarî naveroka nameyê de agahî neda.
Pêvajoya ku bi banga Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya di 22ê Cotmehê de di Civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe de ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re kiribû destpê kir, bi serdanên DEMê yên li Îmraliyê dewam kir.
Herî dawî hat gotin ku Ocalan wê di demek nêz de telefonê bike û ev jî dibe peyamek vîdyoyî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin