Cemîl Bayik: Pêwendiyên PKKê û rejîma Sûriyê pêwendiyên dîrokî ne

26 October 2021 13:01 0 dîtin
Cemîl Bayik: Pêwendiyên PKKê û rejîma Sûriyê pêwendiyên dîrokî ne

PeyamaKurd –  Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK)ê Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de diyar kir, ti deman pêwendiyên wan bi malbata serokê rejîma Sûriyê re qut nebûye.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di hevpeyvîneke li gel El Erebî Cedîd de da zanîn: ‘‘Pêwendiyên PKKê û rejîma Sûriyê pêwendiyên dîrokî ne.’’

Cemîl Bayik, ku piştî rêberê PKKê Ebdula Ocalan wek kesê duyem tê pênasekirin eşkere kir: ‘‘Pêwendiyên PKKê bi malbata Beşar Esed ê serokê rejîma Sûriyê re bihêz e û PKK, ti deman pêwendiyên xwe bi rejîma Sûriyê re qut nekirine. Eger ew pêwendiyên xwe li gel me qut nekin, em ti demekê pêwendiyan qut nakin.’’

Herwiha eşkere kir, herçend îdareya rejîma Sûriyê helwêsteke nerênî li hember PKKê nîşan dide jî, ‘‘Em helwêstê xerab li hember îdareya Beşar Esed nîşan nadin.’’

Cemîl Bayik amaje bi wê yekê jî kir ku PKK rêz li pêwendiyên Ebdula Ocalan û malbata Beşar Esed digre.