Cemîl Bayik: HDP ne partiya Kurdan e...
PeyamaKurd – Rêveberê PKKê Cemîl Bayik, di hevpeyvîneke ligel televizyoneke nêzî partiya xwe de li ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser Başûrê Kurdistanê û rojevê daxuyanî dan û got, yên destê wan di xwîna gerîla de hebe, êdî wê bibin hedefa wan.
Bayik li ser rewşa opozîsyonê li Tirkiyê û pirsa HDPê got ku ew ne partiyeke Kurdî ne, lê partiyeke Tirkiyê ne û xeta sêyem a opozîsyonê dimeşînin.
Bayik li ser mijara HDPê wiha axivî:
“Ji ber ku di pêşketina HDPê de mirina xwe dibînin. HDP partiyeke Tirkiyeyê ye. Ne partiyeke Kurd e. Belkî hinek wer dide diyarkirin. Yanî weke partiyeke Kurd e lê dixwaze bibe partiyeke Tirkiyeyê. Tiştekî welê nîne. HDP partiyeke Tirkiyeyê ye. Li Tirkiyeyê dixwaze demokratîkbûnê pêk bîne, komareke demokratîk dixwaze pêk bîne. Ji ber wê li dijî faşîzmê disekine, li dijî qirkirina gelan, dagirkeriyê, zilmê, bêedaletiyê disekine. Têkoşîna wê dimeşîne. Li Tirkiyeyê AKP-MHP dixwaze sîstemeke faşîst bide rûniştandin. Di wê sîstemê de dixwaze AKP-MHP hebe, yek jî CHP xizmeta wan bike. Mûxalefetek nebe, xeteke din li Tirkiyeyê nebe. Xwestin ku tek du partî bimîne weke Amerîka. AKP-MHP yek jî CHP. Yên din jî eger li gel CHPê hebin. Yanî esas du partî. Lê belê HDP bû xeteke sêyemîn li Tirkiyeyê. Yanî sîstem dixwest du partî bimîne, ew vala derxist. Ne tenê ew vala derxist, bû krîz jî. Yanî bêyî HDP'ê li Tirkiyeyê kes nikare di siyasetê de encamê werbigire, li desthilatdariyê encamê werbigire.”
Bayik herwiha diyar kir ku HDP di hilbijartinên Tirkiyê de li kîjan alî bisekine dê ew alî bi ser bikeve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin