Alî Kemal Ozcanê ku nameya Ocalan anîbû ji kar hate dûrxistin

05 October 2023 18:33 0 dîtin
Alî Kemal Ozcanê ku nameya Ocalan anîbû ji kar hate dûrxistin

PeyamaKurd - Mamostayê beşa Civaknasiyê yê Zanîngeha Munzûrê Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan ku çend sal berê bi destûra hikûmeta Tirkiyê serdana Abdullah Ocalan li îmraliyê kiribû û nameya wî beriya hilbijartinan hatibû xwendin, bi tohmeta pesndana Abdullah Ocalan ji karê xwe yê li zanîngehê hat dûrxistin.

Hate ragihandin ku derbarê Prof. Dr. Alî Kemal Ozcan de lêpirsîn hatiye kirin û di encamê de jî ji karê xwe hatiye dûrxistin.

Hate diyarkirin ku bi tohmeta "Pesnê serokê rêxistina terorê daye" derbarê Ozcan de gilî hatiye tomarkiri û Rêveberiya Ewlehiyê ya Dêrsimê jî îfadeya Ozcan standiye.

Ozcan ji Rûdawê re gotiye: “Ez sala 2005an hîn li Dêrsimê zanîngeh nebû hatim Tirkiyeyê. Min li ser Ocalan xebatên akademîk kirine. Min dizanî karkirina ji bo aştiyê ji karkirina ji bo şer gelekî zehmetir e û ez bi vê zanînê hatim.”

Ozcan diyar kir ku hinek alî li bendê ne ku Ocalan di girtîgehê de can bide û dibêje, kesekî din nîne pisgirkên di navbera Kurd û Tirkan de çareser bike.

Alî Kemal Ozcan wiha axivî ye: “Tişta baş ew e ku rayedarên dewletê yên herî jor û rayedarên rêxistinê yên herî jor jî çareseriyê dixwazin lê rê nizanin. Ji ber rê nizanin çareseriyê jî nabînin. Eger mejiyeke kûr ê dewletê dernekeve holê, çaresernekirina pirsgirêka Kurd-Tirke dikare vî welatê ber bi nemanê ve jî bibe. Despêkê parçekirina Kurd û Tirkan û pişt re jî tune bûn...”