‘Kurdistanîbûn nasnameya hemû pêkhateyên olî û netewî li hev kom dike ye’
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, rewşa pêkhateya Kildanî û Kirîstiyanên Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî û rewşa koçberên Kirîstiyanî li Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin. Herwiha ronahî xistin li ser rewşa Deşta Neynewa û Kirîstiyanên Mûsilê û herêmê.
Her du alî hevnêrîn bûn ku bawerî û dilniyayî pêwîst e ji bo koçberên Kirîstiyanî vegerin cihên xwe û dest bi avedankirin û vegerandina jiyanê bo navçeyên xwe bikin, ji ber cihê wan di encama êrîşên DAIŞê gelek ziyan gihîştiyê û pêwîstiya wan alîkarî û hevkariya navdewletî heye.
Kardînal Luis Sako pesnê pêkvejiyan, hevqebûlkirin, lêborîn, avedanî, pêşketin û rola serkirdatiya li Herêma Kurdistanê da û dubare kir ku Kurdistanîbûn nasnameyek e hemû pêkhateyên olî û netewî kom dike û koçberên Kirîstanî yên li welatên cîhanê dikarin vegerin ta bi aramî û dilniyayî li Kurdistanê bijîn û hevbeşî û beşdariyê di pêşxistin û avedankirinê de bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin