‘Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî nasnameya mirovî li hemû cîhanê nîsan dide’
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) îro 7ê Mijdarê, di çarçoveya projeya “Pandayên Paqij” de, hezar û 200 çeante li xwendekarên zarok ên kampa Herşemê ya Hewlêrê dabeş kir.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Konsulê Giştî yê Çînê li Herêma Kurdistanê Lio Gion û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed beşdarnî merasîma projeya “Pandayên Paqij” a li kampa Herşemê bûn.
Di wê merasîmê de hezar û 200 çente û hejmarek kelûpelên xwendinê pêşkêşî xwendekarên kampê hatin kirin.
Parêzgerê Hewlêrê got, mebesta wan ji pêşkêşkirina wan alîkariyan pêşxistina xwendinê li nav kampên Herêma Kurdistanê ye.
Parêzgerê Dihokê diyar kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ti awayî ne ligel vegerandina bi zorê ya awareyan bo cih û warên wan e. Tevî rewşa me ya giran jî aware çiqas li Kurdistanê bimînin, em dê berdewam xizmeta wan bikin.”
Xoşnaw da zanîn, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser asta kampan xizmeteke zêde dike û niha nasnameya mirovî ya Herêma Kurdistanê li hemî cîhanê nîşan dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin