Alî Kemal Ozcanê nameya Ocalan eskere kiribû, ji kar hat avêtin

27 November 2019 20:11 0 dîtin
Alî Kemal Ozcanê nameya Ocalan eskere kiribû, ji kar hat avêtin

PeyamaKurd - Alî Kemal Ozcanê ku beriya hilbijartinên şaredariyan bi Abdullah Ocalan re li Girava Îmralî bi destûra hikûmeta Tirkiyê hevdîtin kiribû û paşê jî nameya wî ji raya giştî re eşkere kiribû, ji Zanîngeha Munzur a Dersîmê ku lê dixebite, ji karê xwe hat dûrxistin.

Alî Kemal Ozcan li Zanîngeha Munzur a Dêrsîmê Serokê Beşa Civaknasiyê bû û Rêveberiya zanîngehê bi hinceta ku di nav saeten kar de geşt kiriye, dawî li erka wî anî.

Alî Kemal Ozcan li ser mijarê got, “Ez ji bo hevdîtinekê çûm Enqerê. Hatiye tespîtkirin ku bilêta min a balafirê saet û nîv berî bidawîhatina dewama min hatiye birîn. Rêveberiya zanîngehê ji ber lêpirsînê biryara jikaravêtina min gihandiye min.”

Ozcan got ku ew tenê ji serokatiya beşê hatiye avêtin û karê wî yê din berdewam dike.

Ozcan berî hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê (31 Adar 2019), serdana Abdullah Ocalan li Îmraliyê kiribû û piştre jî beriya parêzerên Ocalan, nameya wî ya derbarê hilbijartinan de bi raya giştî re eşkere kiribû û ev yek bûbû mijara nîqaşan.

Ozcan gotibû, “Ez çawa dikarim bêyî dewletê vê nameyê belav bikim? Ew îradeya ku ez birim Îmraliyê daxwaz kir ez vê daxuyaniyê bidim. Ez jî pabendî vê yekê bûm.”

Ozcan herwiha piştrast kiribû û gotibû, “Ez bi agahdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, çûme Îmraliyê. Ez ji bo çareserkirina pirseke 100 salî çûm, weke hemwelatiyek, lê ne li ser navê dewletê. Ev bi sala ne ez li ser vê meseleyê kar dikim. Ez ne sîxûr im.”