Sanda Îmraliyê nameya Ocalan radestî Serok Barzanî dike
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê Şanda Îmraliyê di dema serdana xwe ya Herêma Kurdistanê ya dawiya vê hefteyê de, nameya Abdullah Ocalan jî radestî Serok Mesûd Barzanî bike.
Li gorî zanyariyên şanda DEM Partiyê ya Îmraliyê dane, di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de, wê du nameyên Abdullah Ocalan radestî Serok Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bikin.
Tê çaverêkirin ku di naveroka nameyên xwe de Ocalan li ser pêvajoya nû û Pirsgirêka Kurd agihiyan parve bike.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEMê) ragihandiye ku dê şanda DEM Partiyê 16ê sibatê serdana Hewlêrê û 17ê sibatê jî serdana Silêmaniyê bike û berpirsên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan bike. Li gorî daxuyaniyên şanda Îmraliyê dê pêşniyarên derbarê pêvajoyê de bên standin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin