Sanda Îmraliyê 4 saetan bi Ocalan re axivî: Sibe daxuyanî tê dayîn

22 January 2025 18:21 0 dîtin
Sanda Îmraliyê 4 saetan bi Ocalan re axivî: Sibe daxuyanî tê dayîn

PeyamaKurd - Şanda DEM Partiyê ya ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, piştî serdana 28ê Kanûna 2024an îro 22yê Çile cara duyem çû Girtîgeha Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Hate ragihandin ku hevdîtinê 4 demjimêran dom kiriye û dê şanda DEM Partiyê sibe 23yê Çile derbarê naveroka wê hevdîtinê de daxuyaniyekê bide. 

Li gorî zanyariyan, wê şanda DEM Partiyê Îmraliyê, sibe daxuyaniyeke nivîskî li ser hevdîtina bi Ocalan re bide.

Hêjayî gotinê ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê MHPê Devlet Bahçelî li bendê ne ku Ocalan banga hilweşandina PKKê û çekdanînê bike.