Ji parêzerên Ocalan daxuyaniya hevdîtina sanda hikûmeta Tirkiyê ya Îmraliyê
PeyamaKurd – Parêzerên Abdullah Ocalan, derbarê nûçe û îdiayên ku hikûmeta Tirkiyeyê ya deshilata AK Partiyê 28ê Adarê heyetek şandiye Îmraliyê, daxuyaniyek belav kirin.
Li gorî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrin a parêzerên Ocalan, wan ji 25ê Adara 2021an ve ti agahiyek ji Abdullah Ocalan û mehkûmên din ên ligel wî dimînin, nestandiye.
Parêzeran di daxuyaniye nivîskî de, diyar kir: “Beriya hilbijartinan bi armanca hesabên wergirtina dengan, em dibînin ku manîpulasyon têne kirin... Em dixwazin diyar bikin ku tecrîta giran a li ser Ocalan berdewam dike û ev hemû nîqaş bêyî agahdarî û beşdariya wî têne kirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha Selahattîn Demirtaş ji girtîgeha Edirneyê dabû xuyakirin ku çavkaniyên wî hevdîtineke dawî ya şanda hikûmetê migem Abdullah Ocalan piştrast kirine. Herwiha di medya Tirk de hatiye belavkirin ku hevdîtin 28ê Adara 2023yan li Îmraliyê hatiye kirin. Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener jî du roj berê got ku di nav şanda çûye Îmraliyê de, dadwerek jî hebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin