Dîroka hevdîtina duyem a bi Ocalan re diyar bû: Sanda Îmralî serlêdanê dike

19 January 2025 11:28 0 dîtin
Dîroka hevdîtina duyem a bi Ocalan re diyar bû: Sanda Îmralî serlêdanê dike

PeyamaKurd – Şanda DEM Partiyê ya ku 28ê Kanûna 2024an serdana Îmraliyê kiribû û bi Abdullah Ocalan re civiyabû, wê cara duyem serdana wî bike.

Şanda ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Sirri Suriyya Onder û siyasetmedar Ahmet Turk pêk tê, roja duşemê wê serlêdana Wezareta Dadê ya Tirkiyê bike daku hevdîtinê ligel Ocalan pêk bînin.

Şandeyê ragihand ku  dîroka hevdîtinê hatiye diyarkirin û lewma jî ew dê sibe duşemê serlêdanê li Wezareta Dadê bikin.

Hate gotin ku heyet çaverê ye di demeke kurt de wê serdanê pêk bîne.