Îdîaya ku wê bi Ocalan re hevdîtina duyemîn pêk were

15 November 2024 09:15 0 dîtin
Îdîaya ku wê bi Ocalan re hevdîtina duyemîn pêk were

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku wê hefteya bê hevdîtina duyemîn bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re bê kirin.

Di mijara nîqaşên pêvajoya nû ya pirsgirêka Kurd de ku bi daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî destpê kir, pêngava herî berbiçav di 23ê Cotmehê de Abdullah Ocalan ku demek dirêj di bin tecrîdê de mabû, bi biraziyê xwe Omer Ocalan ku endamê Partiya DEMê ye re hevdîtinê pêk anîbû bû.

Bi raya giştî re hate parvekirin ku Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de got, "Eger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîkî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derxim qada hiqûqî û siyasî."

Piştî hevdîtinê, Şaredarê Esenyurtê yê CHPê Ahmet Ozer ku DEMê di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de di çarçoveya "lihevkirina bajaran" de piştgirî da wî, hat girtin û li şûna wî qeymeqam hat tayînkirin. Şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Batman û Halfetiyê yên Partiya DEMê, nirxandin kirin ku pêvajoya muhtemel rawestiyaye.

Li gorî agahiyên ku Ceren Bayar ji Rojnameya Duvarê bi dest xistine, ji bo hevdîtina duyemîn a bi Abdullah Ocalan re di navbera aliyan de têkilî hene û tê payîn hefteya bê hevdîtina duyemîn pêk were.

Tê gotin ku dibe ku hevdîtin di navbera Ocalan û parêzerên wî de pêk were.