Amerîkayê, li ser tetbîqata Çînê banga hestyariyê kir!

09 April 2023 19:00 0 dîtin
Amerîkayê, li ser tetbîqata Çînê banga hestyariyê kir!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li ser tetbîqata Çînê ya ku dora Taywanê girtiye, ji Amerîkayê banga hestyariyê hatiye kirin ku xwe ragirin.

Li gorî nûçeya BBCê, rayedarekî payebilind ê Wezareta Karên Derve ya Taywanê diyar kir ku piştî Çînê dest bi tetbîqata leşkerî ya hevbeş a bejayî, asîmanî û deryayî li derdora Girava Taywanê kir, tevgerên Pekînê li derdora giravê "ji nêzîk ve hatin şopandin"

Her wiha rayedarê payebilind tekez kir ku "Amerîka bi berdewamî daxwaz ji Çînê kiriye ku xwe ragirin û rewşa heyî biparêzin, lewra ji bo parastina aştî û aramiyê û bicihanîna sozên xwe yên ewlekariya neteweyî, çavkanî û şiyanên têr hene.”