Çînê bertekê li dijî tetbîqata Amerîkayê nîsan da

10 February 2021 02:26 0 dîtin
Çînê bertekê li dijî tetbîqata Amerîkayê nîsan da

PeyamaKurd – Dewleta Çînê bi sedema du keştiyên Amerîkayê yên balafiran li Derya Çînê ya Başûr tetbîqatê kirin, bertekê nîşanî Amerîkayê da.

Berdevkê wezareta karên derve yê Çînê Vang Venbin di civîna rojane ya çapemeniyê de got:

“Amerîka bo li derya bakûrê Çînê hêza xwe nîşan bide, daîma balafir û keştiyên xwe dişîne deryayê. Ev ne alîkariye bo aştî û aramiya herêmê. Bo aramiya herêmê em ê pêngavan bavêjin û bo li Derya Çînê îstîqrarê pêkbînin em ê bi welatên cîran re bixebitin.”