Ji 6 fûtbolîstên ku rêxistina Belûciyan revandibû, 4 ji wan hatin rizgarkirin

30 September 2023 01:34 0 dîtin
Ji 6 fûtbolîstên ku rêxistina Belûciyan revandibû, 4 ji wan hatin rizgarkirin

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Belûcistanê di 9ê Êlûnê de rêxistina rizgariya Belûcistanê 6 fûtbolîstan revandibû. Hêzên asayîşê di operasyonekî de 4 ji wan rizgar kirin û bende ne ku her dû fûtbolîstên din jî rizgar bikin.

Li Belûcistanê rêxistin hene ku rizgariya axa Belûcistanê dixwazin û ji bo wê di nava tevgeran de ne. Li gor çapemeniya Pakistanê; li eyaleta Belûcistanê li devera Dera Bugti tîma fûtbolê ji bo tevlî tûrnûvayê bibe, ketibûn ser rê û hêzên çekdar yên Rêxistina Belûcistanê wan revandibûn.

Di çapemeniya Pakistanê de behsa hêza ku fûtbolîstan revandibû nehat kirin ji ber ragihandina rêxistinê li dijî berjewendiyên fermî yê Pakistanê ye.

Eyaleta Belûcistanê bi salaye li dijî rêvebiriya Pakistanê bûye navenda şer. Rêxistin dibêje ku Pakistan heyiyên Belûcistanê talan dike û Belûcî ji serweta xwe fêde nabînin. Li ser van bingehan rêxistinên Belûciyan doza avakirina dewleta xwe dikin.

Balkêşe Belûcistan li ser rêya Korîdora Aboriyê ya Çîn-Pakistanê ye ku veberhênanekî bi 64 mîlyar dolarî li wê derê tê kirin. Projeya korîdorê dixwaze ku ji herêma Ûygûra Çînê heya Pakistanê, lîmanên Gwadarê û Karaçiyê bi Derya Ummanê ve girêde.

Arîşeya Belûcistanê di navbera Pakistan-Îran û Afganistanê de dewam dike ji ber axa Belûcistanê di navbera xwe de parvekirine.