Lûtkeya Avhewayê ya NYyê, li Misirê dest pê kir

06 November 2022 20:00 0 dîtin
Lûtkeya Avhewayê ya NYyê, li Misirê dest pê kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarên Misirê ve hatin ragihandin, Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), îro li Misirê dest pê kiriye. Hat ragihandin ku di konferansê de li ser çareseriyên mayînde yên ji bo avhewayê guftûgo hatine kirin.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Konferansa Aliyan a Peymana 27emîn a Çarçoveya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP27), li bajarê Şarm eş-Şêx a Misirê dest pê kiriye.

Hat diyarkirin ku Serokê COP26ê Alok Sharma, di axaftina vekirinê de serokatiya serdemê dewrî Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şukrî kiriye. Li gorî hat ragihandin, Sharma di axaftina xwe de gotiye ku

“Nekirina tiştekî, rewşê felç dike, divê di vê lûtkeya avhewayê de gavên şênber werin havêtin.”

Her wiha hat diyarkirin ku Wezîrê Misirî Şukrî jî daye zanîn ku siûdeke wan a ku di hewilên têkoşîna li hember guherîna avhewayê de cudakariyê bikin û rewşa niha hewcedarya bi çalakiya lezgîn a navneteweyî nîşan dide.

Li gorî agahiyên li ser konferansê hatin parvekirin, konferans dê heta 18ê Mijdarê dewam bike û ji 190 welatan, nêzîkî 100 rayedarên dewletan beşdar bûne û nêzîkî 40 hezar jî beşdar hene.