Wê di Lûtkeya G7 de destdanîna ser 300 milyar dolarê Rûsyayê bê gotûbêjkirin!

29 December 2023 21:37 0 dîtin
Wê di Lûtkeya G7 de destdanîna ser 300 milyar dolarê Rûsyayê bê gotûbêjkirin!

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê di Lûtkeya G7 a welatên pêşketî ya di meha Sibata 2024an de bê kirin de, formula dest danîna ser 300 milyar dolarê Rûsyayê yê hatiye cemidandin bê gotûbêjkirin.

Li gorî du çavkaniyên haydar û rayedarekî Brîtanî, di demên dawî de rayedarên Amerîkî, Brîtanî hewldanên destdanîna ser diravên rûsî yên li Belçîka û welatên din ên Ewropayê ku ji ber şerê Ukraynayê hatine cemidandin, zêde kirine.

Li gorî wan rayedaran, hêvî dikin ku di dema Lûtkeya G7an a meha Sibatê de ku salvegera êrîşa Rûsya ya ser Ukraynayê de ye, daxuyaniyeke bihêz derbarê Rûsyayê de bidin.

Çavkaniyan diyar kiriye, ji bo ev pêngav bi bandor be jî divê civaka navdewletî bi awayî komelî tevbigere û dane zanîn ku hin welatan gotiye, ger hemû welatên endamên Yekîtiya Ewropa beşdariya wê pêngavê bikin, ew ê piştevaniyê bidin.