YEyê ji perê Rûsyayê 1,5 milyar Euro da Ûkraynayê lê Rûsya bertekê nîsan da
PeyamaKurd – Piştî şerê Rûsya-Ûkrayna destpêkir, Yekîtiya Ewrûpayê temamê heyiyên Rûsyayê yên di nav sînorê YEyê de dabû rawestandin û dest danîbû ser wan. Ji wan perên Rûsyayê, YE yê 1,5 milyar Euro şand ji Ûkrayna re.
Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov ragihand ku wê bersiva kiryarên weha yên YEyê bidin lê wê lezê nekin.
Cara yekeme ku YE tişteka weha dike. Ragihandina şandina perê Rûsyayê ya ji bo Ûkraynayê ji aliyê seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen de hat kirin.
Leyen ragihand ku şandina perê Rûsyayê ya ji bo Ûkraynayê wê YEyê bi ewletir bike. Perê Rûsyayê yê li YEyê hatiye blokekirin, li dora 210 milyar Euroye. Bi mehaye dewletên YEyê ji bo vê kiryarê amadekariya xwe dikirin.
Wê ji 1,5 milyar Euroyî Ûkrayna %90 ê wê ji bo kirîna sîlih, muhîmmat û alavên bergiriya sîstema hewayî bikarbîne û %10ê wê jî ji bo avakirina Ûkraynê bikarbîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin