YEyê li ser alîkariya 750 milyar euro bo welatên endam li hev kir
PeyamaKurd – Serokên welatên Yekîtîya Ewropayê (YE) di rêzecivînên Brukselê de ku 4 rojan berdewam kirin, li ser paketeke alîkarîyê ya ji bo têkoşîna li hemberî vîrusa korona li hev kirin.
Li gorî wê paketa alîkarîyê ya bi 750 mîlyar euroyan, dewletên YE yên ku jir vîrusa korona zararên mezin dîtine, dê kredî û hîbeyan bistînin.
Serokê Konseya Ewropa Charles Michel bi rêya Twitterê lihevkirina welatên eworpî bo pakêta alîkariyê ragihand.
Herwiha Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî li ser wê lihevkirinê got, ji bo Ewropa rojeke dîrokî ye.
Paketa alîkarîyê ji alîyê Fransa û Almanya ve hatiye amadekirin û tê de ji 750 mîlyar euro heye. Ji wî pereyî 390 mîlyar euro hîbe ye ku Îtalya 70 mîlyar, Îspanya 60 mîlyar û Fransa jî dê 40 mîlyar euro bistîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin