Lûtkeya 75 saliya NATOyê dest pê dike: Endam xwe ji bo Trump amade dikin
PeyamaKurd - Civîna salvegera 75emîn a damezirandina NATOyê, li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Washingtonê tê lidarxistin. Peydakirina çekan a rasterast a ji bo Ûkraynayê di rojevê de ye.
Serokên 32 welatên endamên NATOyê vê hefteyê li Washingtonê dicivin.
Di civînên sê rojî yên ku wê roja Sêşemê dest pê bikin de wê li rêyên gihandina alîkariyên bi bandortir ên ji Ûkraynayê re bê gerîn. Li pişt deriyên girtî, rêbazên amadekirina NATOyê ya ji bo egera serdema duyemîn a Donald Trump jî wê bêne nîqaşkirin. Lewre; bi taybetî piştî nîqaşên televizyonê yên Donald Trump û Joe Biden ên vê dawiyê, li DYAyê, di nav gel de baweriya ku Joe Biden di hilbijartinên Mijdarê de bi ser bikeve kêm kirin.
NATO, 75 sal berê bi lihevkirina 12 welatan li Washingtonê hatibû damezirandin.
Amadekariyên ji bo serdema duyemîn a Trump
Tê diyarkirin ku serkirdeyên Ewropî demeke dirêj e ku ji bo amadekirina NATOyê ya ji bo serdema duyemîn a Trump nîqaşên cidî dikin.
Trumpê ku ji NATOyê bi guman e, beriya niha, di derbarê wê de gotibû ku dibe ku ew hin welatên endam li dijî Rûsyayê neparêzin. Trump herwiha li dijî alîkariyên çekan ên ku ji Ûkraynayê re têne şandin e. Partiya Trump Komarparêz, li Kongreyê, pesendkirina pakêta alîkariyê ya ji bo Ûkraynayê dereng xistibû û di wan deman de artêşa Rûsyayê li Ûkraynayê, di eniyan de bi pêş ketibû.
NATO tevlî şerê Ûkraynayê dibe
Endamên hevpeymaniyê wê di bin sîwana NATOyê de alîkariya çekan a ji bo Ûkraynayê jî gotûbêj bikin.
Ji van gotûbêjan armanc ew e ku pêwendiyên NATOyê yên bi Ûkraynayê re zêde bikin, lewre ku Trump ji nû ve bibe Serokê DYAyê, pêşbînî ew e ku piştgiriya DYAyê ya ji Ûkraynayê re kêm bibe.
Tevî ku endamên Yekitiyê yên takekesî çek şandin Kîevê jî, NATOyê wek sazî ti çek neşandiye Ûkraynayê û leşkerên Ûkraynayê perwerde nekiriye. Tenê piştgiriya lojîstîkî ya wekî sotemenî û cebilxaneya kesane peyda kiriye.
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg ku xwe amade dike di 1ê Cotmehê de postê xwe radestî Serokwezîrê berê yê Hollandayê Mark Rutte bike, diyar kir ku divê rola Hevbendiyê ya di piştgirîkirina Ûkraynayê de bê zêdekirin.
Di vê çarçoveyê de, planên ku di nav wan de alîkariya çekan a bi koordîne û perwerdekirina leşkeran a ji bo Kîevê jî heye, wê li Washingtonê jî bêne nîqaşkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin