Berdevka NATOyê, erka xwe radestî cîgirê xwe dike

19 June 2023 00:00 0 dîtin
Berdevka NATOyê, erka xwe radestî cîgirê xwe dike

PeyamaKurd- Oana Lungescu ya ku tê gotin berdevka herî demdirêj a NATOyê ye û jina yekemîn e ku vê erkê girtiye, dê piştî Civîna NATOyê ya Vilniusê; erka xwe radestî cîgirê xwe Dylan White bike.

Hat diyarkirin ku Berdevka NATOyê Oana Lungescu, di 9ê Hezîranê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihandibû ku ew ê di dawiya meha tebaxê de bi gotina “hin nûçeyên takekesî” dest ji erka xwe berde.

Lungescu ku di sala 2010an de ji aliyê Sekreterê Giştî yê berê Anders Fogh Rasmussen ve piştî kariyera dirêj a BBC hat tayînkirin û ji aliyê Jens Stoltenberg ve di sala 2014an de hate tayînkirin, di heman demê de berdevka herî dirêj ê NATOyê û rojnamevana yekem e ku di dîroka nêz de ji bo vê postê tê tayînkirin. 

Piştî Civîna Bilind a NATOyê ya Vilniusê ku dê di nîvê meha tîrmehê de bê lidarxistin, ew ê wezîfeyên xwe radestî cîgirê xwe Dylan White bike."