Cîgirê Sererkanê Brîtanyayê: Eger ji artêsa Brîtanyayê were xwestin ku îsev ser bike, em ê îsev ser bikin
PeyamaKurd – Alîkarê Sererkanê Giştî yê Îngilîstanê Korgeneral Rob Magowan diyar kir ku eger Rûsya Rojhilatê Ewropayê dagir bike, ew ê pêşwaziya wan bikin û got, "Eger îşev ji artêşa Îngilîstanê were xwestin, em ê îşev şer bikin."
Wezîrê Parastinê John Healey û Orgeneral Magowan pirsên endamên Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Îngilîstanê bersivandin.
Healey diyar kir ku derbarê geşedanên li Ûkraynayê de ji endamên Meclîsa Lordan û Meclîsa Avamê re 2 agahî hatin dayîn û Rûsyayê nêzî 10 hezar leşkerên Koreya Bakur şandin eniyê.
Healey bal kişand ser girîngiya zêdekirina budçeya parastinê ji sedî 2,5 ê dahata neteweyî ya li hember gefên nukleerî yên Rûsyayê û got, "Gelo Brîtanya dikare bi dabeşkirina parçeyek li milê rojhilatê NATOyê hebûna xwe biparêze?" Pirs bêbersiv hişt û diyar kir ku ew ê di rûniştineke veşartî de bersivê bidin.
Serfermandar Magowan li şûna Healey bersiva pirsê da û got, "Hazanin ku wezîr li ser vê mijarê civîneke veşartî pêşniyar kiriye, ez dikarim vê yekê bibêjim; eger îşev ji artêşa Îngilîstanê were xwestin, em ê îşev şer bikin. Ger Rûs îşev dest bi dagirkirina Rojhilatê Ewropa bikin, em ê di şer de wan pêşwazî bikin.”
Li ser vê bersivê Healey got, "Jixwe em niha li wir in, li Estonya ne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin