Artêsa Sudanê, biryara vegera ‘Muzakereyên Ceddayê’ da

16 July 2023 22:31 0 dîtin
Artêsa Sudanê, biryara vegera ‘Muzakereyên Ceddayê’ da

PeyamaKurd- Artêşa Sudanê ku ji nîvê meha nîsanê û bi vir ve bi Hêzên Piştevaniya Bilez (HDK) re di nav pevçûnê de ye, biryar da ku vegere ‘Muzakereyên Ceddayê’ yên bi navbeynkariya Amerîkayê.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin belavkirin, şanda artêşê ji bo dewamkirina muzakereyên bi HDKê re duh bi şev çû Ceddaya Erebîstana Siûdî.

Rayedarekî şandê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, diyar kir ku serkeftina pêvajoya nû ya dan û stendinan bi cidiyeta şanda HDKê û pabendbûna wan bi xalên rêkeftinê ve girêdayî ye.

Rayedarekî HDKê yê ku nexwest navê xwe eşkere bike jî diyar kir ku nûnerên HDKê ji bo çareseriya aştiyane ya qeyraneke ji nû ve dest pê bikin amade ne û got,

"Em xwedî vîna siyasî ne ku em dan û stendinan berdewam bikin ku êş bi dawî bibin.”