Amerîkayê di salvegera biryara 2254 ya NY de bang li rejîma Esed kir

19 December 2021 13:38 0 dîtin
Amerîkayê di salvegera biryara 2254 ya NY de bang li rejîma Esed kir

PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîka ya Sûriyê di şeşemîn salvegera wergirtina biryara Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi jimara 2254 ku nexşerêya çareseriya krîza Sûriyê pêşan dide, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya ku Balyozxaneya Amerîka ya Şamê li ser medya civakî belav kiriye de, tê gotin Amerîka ji bo çareseriyeke berdewamî û giştgir a siyasî ji bo bicihanîna biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî biryardariya xwe didomîne.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew di çarçoveya biryara NY ya 2254 de, piştevaniya hewl û xebatên proseya çareseriyê hêsan dikin dikin û ew dê ji bo çareseriyeke aştîyane xebata xwe ya ligel şirîk û hevpeymanên xwe berdewam bikin.

Balyozxaneya Amerîka bang li rejîma Sûriyê jî kir ku ji bo çareseriyê pabendî biryara NY ya 2254 bibe.