Ebdî ji bo Trump ji biryara xwe vegere bang li gelê Amerîkayê kir

08 October 2019 16:48 0 dîtin
Ebdî ji bo Trump ji biryara xwe vegere bang li gelê Amerîkayê kir

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji NBC News a Amerîkî re axivî û got, bi biryara Trump re ku rê li ber operasyona Tirkiyê vekiriye Amerîkayê pêbawerbûna xwe ji dest daye û lewra jî ew ji neçarî dikarin dikarin bi rejîma Esed re îtifaqê bikin.

Ebdî herwiha bi bîr xist ku êdî berevanîkirina girtiyên DAIŞê yên di destê wan de, ji bo wan ketiye rêza duyemîn.

Mezlûm Ebdî da zanîn ku dê biryara Amerîkayê bibe sedema canê Kurdan û li hemberî vê êrîşê jî tişta ku heta niha qet nefikirîne ku neçar dibin tifaqê ligel Beşar Esed bikin.

Fermandarê HSDê bangewazî li gelê Amerîkayê kir ku ji bo Trump ji vê biryarê vegere fişar bê kirin û wiha got: 

“Ev mirovên ku heta niha ligel we bi terora navdewletî DAIŞê re şer kirin, niha di bin xeteriyeke mezin de ne û neçar hatine hiştin ku bi tena serê xwe vî şerî bikin.”