Mezlûm Ebdî ji bo dirêjkirina biryara ‘pêsîgirtina êrîsên Tirkiyê’ spasiya Trump kir
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser biryara Koşka Spî ya bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump a dirêjkirina rewşa awarte ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku rê li ber êrîşên nû yên Tirkiyê digire spasiya Trump kir.
Koşka Spî ragihandibû ku bi biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump rewşa awarte ya 14ê Cotmeha 2019an hatibû ragihandin, ji ber berdewama operasyonên tunekirina DAIŞê û gefên Tirkiyê li ser herêmê salekê hatiye dirêjkirin.
Di daxuyaniya Koşka Spî de wiha hatiye gotin: “Rewşa Sûriyê û mijarên girêdayî wê, nexasim hewldanên Tirkiyê yên ji bo êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêngava tunekirina DAIŞê li Iraq û Sûriyê sînordar dike, sivîlan dixe xetereyê û têkbirina ewlehî û aştiya li Sûriyê tehdît dike. Ev jî hîna li ser ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya Amerîkayê gef e.”
Fermandarê Giştî yê HSDê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, “Îro yekemîn salvegera dagirkirina Bakurê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve ye. Em spasdarê tê ne Serok Donald Trump ku ji bo rê li ber dagirkeriyeke din a Tirk bê girtin û sozên agirbesteke berdewam werin pêkanîn, biryara 13894 a fermana birêvebirinê hat dirêjkirin.”
Today is the 1-year anniversary of the Turkey’s invasion of northeast Syria. We are grateful President @realDonaldTrump extended Executive Order 13894 to prevent another Turkish invasion and ensure Turkey upholds it’s commitment to a ceasefire.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) October 9, 2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin