Mezlûm Ebdî bi 'kêfxwesî' pêswazî li biryara Parlamentoya Ewropayê kir
PeyamKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêşniyar biryara Parlamentoya Ewropayê ya derbarê şerê Sûriyê û hevpeymanîbûna bi HSDê re bi erênî pêşwazî kir.
Ebdî li ser medya civakî ragihand ku ew biryara PEyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got, “Em fikarên Parlamena Ewropayê yên derbarê paqijiya etnîkî ya dijî Kurdan de parve dikin.”
Komîteya Wezîran a Parlamentoya Ewropayê çend roj berê raporek li ser şerê 10 salan ê Sûriyê belav kiribû û tê de, bal kişandibû ser binpêkirinên Tirkiyê yên mafên mirovan dijî Kurdan û Tirkiye, Îran û Rûsya wekî dagirker li Rojavayê Kurdistanê bi nav kiribûn.
PEyê hevpeymanîbûna xwe ya ligel HSDê jî piştrast kiribû û gotibû, ew têkoşîna dijî DAIŞê bihevre dikin.
Herwiha komîteyê daxwaz kiribû nameyek ji Tirkiye bê şandin û artêşa Tirkiye jî ji bakurê Sûriyê ango ji Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe vekişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin