Mezlûm Ebdî: Em bi kêfxwesî pêswazîyê li helwesta NY dikin
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser helwesta redkirina operasyon û êrîşên Tirkiyeyê ya civaka navdewletî ragihand ku ew bi kêfxweşî pêşwazî dikin, lê ji bo bidawîkirina êrîşên Tirkiyeyê li benda gavên pratîk ên çareseriyê ne.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê got ku ew pêşwaziyê li helwesta Neteweyên Yekbûyî ya redkirina operasyona Tirkiyeyê dikin û got: “Em pê şanaz in ku hevkariya xwe ya navdewletî ya ji bo bihêzkirina aramiyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin.”
International positions of @UN rejecting Turkish operation are welcome. Proud of our international partnership in stabilizing #NE Syria’s region.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) December 4, 2022
Hope the positions applied on the ground to end Turkish army attacks & find just political solution for Syrian crisis & Kurdish issue.
Herwiha Ebdî da zanîn: “Em hêvî dikin ku ev helwest bibin gavên pratîk ji bo bidawîkirina êrîşên artêşa Tirkiyê û dîtina çareseriyeke siyasî ya dadwerane ji bo kirîza Sûriyê û pirsgirêka Kurd.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, artêşa Tirkiyê ji 20ê Mijdara 2022an ve êrîşeke berfireh a asmanî li ser navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola HSDê de, dabû destpêkirin ku ligel berdewama topbaranan gefa operasyoneke nû ya bejahî dixwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin