Mezlûm Ebdî pistgirî da helwesta Riyad û Qahîreyê ya derbarê Sûriyê de
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser daxuyaniyên Wezîrên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan û hemkarê wî yê Misirê Samih Şukrî yên derbarê Sûriyê de, peyamek belav kir.
Wezîrên Derve yên Erebistana Siûdî û Misirê di hevdîtina li Riyad a paytexta Siûdî de, di civîneke hevbeş a rojnamevanî de li ser destwerdanên Îranê yên deryayî û milîsên çekdar ên Sûriyeyê gotibûn, gefên Îranê seyruseferên deryayê tehdît dike û herwiha destwerdana nav welatên Erebî bi taybet jî Sûriyeyê aramî û îstiqrara herêmê têk dide.
Mezlûm Ebdî li ser medya civakî ragihand ku ew helwesta herdu welatan a redkirina her cûre gefên leşkerî li ser Sûriyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got, “Ji bo dawîanîna krîza Sûriyeyê û pêşxistina proseya siyasî em bangewaziyên xwe dubare dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin