Mezlûm Ebdî pêswazî li daxuyaniyên Pedersen kir

24 January 2025 17:08 0 dîtin
Mezlûm Ebdî pêswazî li daxuyaniyên Pedersen kir

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, pêşwazî li daxuyaniyên Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen kir ku banga serdema veguhêz a Sûriyê ya berfireh û beşdariya hemû pêkhateyan kiribû.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê bersiva duxayaniyên Pedersen da û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Ebdî got, “Em hewlên bo veguhestina siyasî ya serkeftî bi kêfxweşî pêşwazî dikin û piştevaniya wê dikin.”

Mezlûm Ebdî herwiha diyar kir, “Pirsa bakurê rojhilatê Sûriyê û entegrasyona hêzên me di nav dewleta Sûriyê de, nêzîkatiyeke baş li ser bê fikirîn dixwaze. Pêwîste ev yek ji vizyoneke berfireh re zemînê amade bike û li gorî Sûriyeke pirrengî, dadwerî û wekhevî ya hevgirtî bibe derfet.”